CENOSÎD û SÎNEMA KURDÎ

 

14ê Nîsanê roja bîranîna Cenosîda Enfalê ye. Cenosîda Enfalê di 8 qonaxan de pêkhatiye. Qonaxa herî giran di 14ê Nîsana 1988an de li Germiyanê hatiye encamdan. Yanî ew qonax ji ya Helebceyê jî girantir e. Ji ber ku çekên kîmyewî li Helebceyê hatin bikaranîn bêtir deng veda. Lê qonaxên din jî gelek giran bûn û di 8 qonaxan de ji 180ê hezaran bêtir Kurd hatin qirkirin. Min li ser Cenosîd û Sînema Kurdî podcastek amade kiribû, ji bo bîranîna vê rojê dixwazim vê mijarê bi nivîskî jî belav bikim. 

Wek tê zanîn Cihûyan bi rêya sînemayê Cenosîda Cihûyan yan jî bi navekî din Holucost nîşanî cîhanê daye. Bo nimûne fîlmên wek Piyanîst, Jiyan Xweş e û Lîsteya Şîndler ew berhemên gewre ne ku cenosîd û bandora wê  nîşan didin. Em dibînin fîlmên Kurdan jî yên destpêkê li ser cenosîd, komkujî û kêşeyên dagirkeriyê ne. Li vir ez naxwazim bikevim niqaşa fîlmên ne bi zimanê Kurdî Sînema Kurdî ne yan na. Vê niqaşê bo sînemakaran dihêlim.

Ez dê behsa sê fîlman bikim ku zimanê wan Kurdî ye, yek ji Bakurê Kurdistanê ye, yek ji Rojhilata Kurdistanê ye û yek jî ji Başûrê Kurdistanê ye. Her sê fîlm jî li ser Cenosîda Helebceyê ne. Lê di van fîlman de gelek kêşe û mijarên din yên sîyasî û civakî jî tên nîşandan. Ev fîlm bi şêweyekî klasîk ajîtasyonê li ser komkujiyê nakin. Ev her sê fîlm bi çîrokên cûrbicûr encamên neyînî yên komkujiyê li ser civaka Kurdan nîşanî bîneran didin.

Yekem fîlma ku ez dê behs bikim Kilamek Ji Bo Beko ye, ev fîlm bi derhêneriya hunermend Nizamettîn Ariç di sala 1992an de hatiye dirustkirin, Nîzamettîn Ariç bi karekterê Beko rola sereke jî dilîze. Kilamek Ji Bo Beko yekem fîlma Kurdî tê zanîn ku bi zimanê Kurdî ye. Vê fîlmê gelek xelatên navnetewî wergirtine. Eger bi kurtî behsa çîroka fîlmê bikim birayê Beko Cemal Oztirk şûna ku biçe leşkeriyê dixwaze ji Sirûcê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe û ji wir jî biçe Başûrê Kurdistanê tevlî Pêşmergeyên li dijî Seddam şer dikin bibe. Beko jî bi heman şêweyê diçe ku birayê xwe bibîne, Beko diçe Rojava û bi alîkariya hinek kesan ve diçe kampekê li Başûr ku jin û zarok jî tê de ne. Beko piştî demekê ligel xelkê kampê diçe Helebce, Beko di bombebarana kîmyewî ya li ser Helebceyê de rizgar dibe û zaroka bi navê Zînê jî rizgar dike, Beko û Zînê bi ser Rojhilata Kurdistanê ve diçin Elmanyayê.

Di vê fîlmê de hinek diruşm, sembol û bersivên gelek girîng hene divê em li ser biaxivin. Bo nimûne, leşker li Sirûcê bi ser gundê Beko de digirin ji ber ku birayê wî Cemal Oztirk neçûye leşkeriyê. Serbazek bi tirkî pirsan ji gundiyan dike, lê kes bersiva wî nade, serbaz xwe aciz dike ji muxtarî re dibêje çima kes bersiva min nade? Muxtar dibêje çimkî zimanê we fêhm nakin. Ew bersiveke gelek girîng e, bi rêya sinemayê nîşan dide ku Kurdan zimanekî cuda heye ji dagirkerên xwe.

Di sehneyekê de jî li kampê kesek zarokan fêrî xwendinê dike, li ser texte dinivîse "Em Kurd in, Welatê me Kurdistan e", Zînê jî wê diruşmê li deftera xwe dinivîse şevê di nav nivînan de jî dubare dike, paşê nîşanî Beko dide û dixwîne. Di dawiya fîlmê de li Elmanyayê gava Beko dizane ku birayê wî di rê de hatiye girtin, kirine leşker û li wir di şerekî de hatiye kuştin ev diruşma Zînê jê re xwendibû tê ber çavên wî . Diruşma "Em Kurd in, Welatê me Kurdistan e" ji bo Kurdan ku dijminên wan hebûna wan qebûl nakin û dixwazin wan ji holê rakin û asîmîle bikin sade û asayî nîne, ev diruşm nîşan dide ku derhêner xwastiye bi rêya sînemayê bêje em hene, em milletek cuda ne û me welatek cuda heye. Bi ya min di heman demê de peyameke din jî di vê diruşmê de heye ku dibêje em Kurd di warê sînemayê de jî hene. Çimkî Nîzamettîn Ariç stranbêj e, lê di warê sînemayê de kêmasî dîtiye û ev karê pîroz kiriye.

Diruşmeke din heye dîsa hêjayî gotinê ye. Li kampê zarokek heye kumikek li ser serê wî ye, li ser kumikê wî "Bijî Kurdistan" hatiye nivisîn. Bi ya min ew jî peyameke xurt e ji bo ew kesên dixwazin bi cenosîd û komkujiyan Kurdistanê tune bikin.

Eger mirov bi dîqet lê binêre di vê fîlmê de Beko hemû sînorên ku Kurdistan parçe kirine bi şêweyekî qaçax derbas dike, derbasbûna Beko nîşan dide ku ev sînor xwezayî nînin û welatê Kurdan hatiye dagirkirin. Di dawiya fîlmê de Beko li Elmanya beşdarî çalakiya Newrozê dibe ku li vir ji kesekî nas agahiyan derbarê birayê xwe de werbigire, di çalakiyê de em Ala Kurdistanê dibînin. Ev al, sînor, sembol û diruşmên ku min behsa wan kirî hemû li dijî paşnavê wan ê Oztirk in. Di fîlma Kilamek Ji Bo Beko de rasterast ev peyam hatiye dayîn ku Kurd bi ziman, ax û ala xwe neteweke cuda ne. Destxweşiyê li hunermendê hêja Nizamettîn Ariç dikim ku bûye pêşengê karekî wiha pîroz.

Fîlma me ya duyem Textê Reş e, ev fîlm ji aliyê derhênereke jin ve di sala 2000an de hatiye çêkirin.  Derhênera fîlmê Semîra Mexmelbaf Îranî ye û bavê wê Muhsin Mexmelbaf jî derhêner e. Senaryoya fîlmê ya Semîrayê û bavê wê ye. Semîrayê di 20 saliya xwe de ev fîlma xwe ya duyemîn çêkir û gelek serkeftî jî bû. Di heman salê de bi vê fîlma Kurdî li Parîsê di 53. Festîvala Fîlmên Navnetewî ya Kenê de xelata taybet a jûrî wergirt. Ji bilî wê gelek xelatên din jî wergirtin, ji wan xelatan a herî girîng xelata UNESCOyê bû.

Fîlma Textê Reş bi giştî ji du çîrokên serekî  pêk tê, piştî şerê Îran û Iraqê xilas dibe trajediya kîmyabarana Helebceyê bi vegera aware û koçberên Helebceyê ji çol û çiyayên Rojhilatê Kurdistanê bo Helebceyê nîşanî bîneran dide. Û di heman demê de têkoşîna mamostayan e ku textên reş li pişta wan in li gund û çiyayan digerin dixwazin xwendinê hînî kolberên zarok, gundî û koçberan bikin.

Di fîlmê de ew textên reş wek hêmayeke xweparastinê jî tên nîşandin. Mamosta heriyê li textên xwe didin ku rengê textê reş wek rengê axê be ku ji firokeyan mamoste neyên dîtin û wan ji êrîşên asmanî biparêze.

Fîlma Textê Reş nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê hatiye çêkirin. Jê ber cografyayê gelek astengî çêbûne. Çîroka fîlmê hemû di nava rojekê de derbas dibe, lê ji ber astengiyan fîlm di du mehan de hatiye çêkirin. Derhênera fîlmê Semîra Kurdî nizane û xwestiye bi zimanê Kurdî êş û azarên wan nîşanî cîhanê bide. Bi rêya asîstanê xwe ve ligel lîstikvanan axiviye. Ji ber rasterast dîrektîfnedanê proseya dîmengirtinê dirêj bûye. Wek din lîstikvaneke jin Kurdî nizane li pêş sehneyan hevokên Kurdî jibere dike û dibejê, vê yekê jî ev prose dirêj kiriye.

Di fîlma Textê Reş de jî sehneyên girîng hene ku pêwendî bi ziman û kultûra Kurdî ve hene. Mamoste Seîd digere ku hinek kesan peyda bike hînî xwendinê bike di rê de pîremêrekî dibîne. Ew pîremêr gava dizane ew mamoste ye,nameyek ku ji kurê wî li zindaneke Iraqê hatiye, nîşanî wî dide û dibêjê bo min bixwîne. Mamoste temaşe dike dibêje ew Farisî nîne, nîzanim ka Kurdî ye, Erebî ye Tirkî ye. Bi wê nameyê ji bo wê demê bi rêya sînemayê hatiye nîşandan ku Kurdî jî ji wan sê zimanên li ser Kurdan hatine ferzkirin kêmtir nîne û name jî sînema jî bi Kurdî dibe.

Em dibînin ew aware û koçberên ku vedigerin warên xwe bi cilûbergên Kurdî ne. Derhêner Kurd nebe jî xwestiye fîlm bi hemû şêweyan Kurdî be. Semîra Mexmelbaf di hevpeyvînekê de dibêje ew fîlm derbarê xelkê Kurdistanê yê bêmal de ye. Û derhênerê naskirî Behmen Qubadî jî di vê fîlmê de rola mamosteyekî bi navê Rêbwar dilîze, hewl dide zarokên kolber hînî xwendinê bike. Lê zarok guhê xwe nadin wî û tenê dixwazin ji bo debara xwe tiştekî ji kolberiyê qezenc bikin.

Wextê aware nêzîkî sînor dibin ji aliyê din ê sînor dengê tifingan tê, aware gelek ditirsin Helebce tê bîra wan. Ew aware hemû pîremêr in, tenê jinikek bi navê Helale û kurê wê di nav de ne. Gava dengê teqeyan zêde dibe Helale kurê xwe himbiz dike û bi kevirên biçûk li hawîrdora xwe dîwar çêdike ku wan biparêze, dibêje eynî wek Helebceyê ye, kîmyabaran e, gelek gotinên ji dema komkujiyê dubare dike. Mirov bi wan dîmenan dizane ku derûniya wê têkçûye ji ber komkujiyê. Mamoste Seîd ku rêya sînor nîşanî wan koçberan dide her çiqas ji Helaleyê re dibêje ev kîmyabaran nîne, li aliyê din ê sînor leşker in teqe dikin, lê Helale bawer nake.

Di dawiya fîlmê de Mamosta Seîd heya sînorê Helebce rêyê nîşanî koçberan dide û ji wan re dibêje ev sînor e û aliyê din Helebce ye. Lê ew koçber jê bawer nakin, çimkî warê wan ewqas hatiye bombebarankirin ku êdî warê xwe nenasin. Ew koçberên pîremêr wisa tên nîşandan ku tenê dixwazin vegerin ku li warê xwe bimirin. Di fîlmê de gelek metafor hatine bikaranîn ku xeyalî ne, lê dibe ku bibe rasteqînî jî. Bi rêya wêranbûna Helebceyê û derûniya mirovî trajediya kîmyabaranê bi şêweyekî serkeftî hatiye nîşandan.

Fîlma me ya dawiyê Jiyan e. Fîlma Jiyan di sala 2002yê de ji aliyê derhêner Cano Rojbeyanî ve hatiye çêkirin. Cano Rojbeyanî xelkê Başûrê Kurdistanê ye û hemwelatiyê Emerîkayê ye. Cano piştî fîlma Jiyan du belgefîlm jî li ser Enfalê dirustkirine û çendîn xelatên navnetewî wergirtine.

Çîroka vê fîlmê ji her du fîlmên din cudatir di nav Helebceyê de û li ser nifşa nû diçe. Kesek bi navê Diyarî piştî pênc salan bi ser Komkujiya Helebceyê ji Emerîkayê vedigere Helebceyê ku ji bo zarokên sêwî sêwîxaneyekê çêke. Di destpêkê de gava Diyarî tê Helebceyê di rê de bi navê Jiyan keçeke zarok dibîne û sêvekê diyarî dide Jiyanê, ew sêv wek diyardeyek hatiye nîşandan ku hêmaya kîmyabaranê dike, çimkî di kîmyabaranê de bîna sêvan ji gazê dihat.

Di çêkirina sêwîxaneyê de em dibînin kesên ji ber kîmyabaranê birîndar û kêmendam bûne dişixulin. Ev nîşaneya vê yekê dike ku kîmyabaranê bandor li ser piraniya xelkê Helebceyê kiriye. Ji xwe Diyarî seredana nexweşxaneyê dike dibîne ku piştî çendîn salan jî nexweşxane ji birîndarên kîmyabaranê tije ye.

Piştî sêwîxane dirust dibe merasîma vekirina sêwîxaneyê tê lidarxistin û xelk li wir kom dibe. Diyarî axivtinekê pêşkeş dike û dibêje ji ber keçika bi navê Jiyanê navê sêwîxaneyê daniye Jiyan. Ev nav hêviya jiyaneke nû dide xelkê ji mirinê rizgarbûy. Di vê merasîmê de diruşmek heye gelek girîng e. Diyarî dibêje "Bijî Helebce, Bijî Kurdistan" û xelk jî dubare dike. Ev diruşm jî ne diruşmeke asayî ye, wek ya di fîlma Kilamek Ji Bo Beko de bersivek e bo dijminên ku dixwazin Kurdan bi cenosîdê ji holê rabikin û di heman demê de hêviya jiyanê ye bo Kurdan.

Di sehneyekê de Jiyan li kitêb û kovarên Diyarî temaşe dike û kovareke ku bergê wê gul li ser in gelek bala wê dikêşe. Ji Diyarî dipirse pêş kîmyabaranê Helebce jî wiha bi gul û gulzar bû? Diyarî dibêje erê gelek rengîn û bi gul bû. Trajedî li vir ji çavê nifşa nû ya piştî kîmyabaranê wiha hatiye nîşandan ku Helebce her wêran bû û rengîniya bajêr wek xeyalê ye û Jiyanê ku hîç gul nedîtine di xewnê de xwe di nav baxçê gulan de dibîne . Heman trajedî di fîlma Textê Reş de ji çavê pîremêrên koçber ku nifşa pêş kîmyabaranê ne wiha hatibû nîşandan ku piştî çendîn salan vedigerin Helebceyê ji ber wêraniyê warê xwe nanasin.

Ev her sê fîlm ku bi ya min bingeha Sînema Kurdî ne bi kurt û Kurdî wiha bûn. Li vir pirsyarek heye, gelo çima ev fîlm têra xwe li cîhanê û li nav civaka Kurdan jî berbelav nebûne? Gelek sedem hene, lê sedemên serekî pîşesaziya Sînema Kurdî û bazara Kurdî nîne, saziyên pêwendîdar nînin, bi giştî kêşe dîsa her bêdewletbûn e. Lê tevî kêmasiyan pêşveçûnek jî heye, bo nimûne bi rêya festîvalên fîlmên navnetewî wek Dihok û Silêmaniyê ji her çar parçeyên welêt sînemakar kom dibin, fîlm û fikrên hev dibinîn, hev dinasin, kêşe û problemên hev berawird dikin û çareseriyan pêşniyazê hev dikin.


*Hûn dikarin podcastê jî ji vê lînkê guhdar bikin:   https://t.co/3K8wz0PgNO

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HEVPEYVÎNEK LIGEL ÇOMAN HERDÎ DERBARÊ FEMÎNÎZMÊ DE

MERASÎMA PÎR ŞALYAR

Bağımsızlık Referandumu Başarılı Oldu Mu?