HEVPEYVÎNEK LIGEL ÇOMAN HERDÎ DERBARÊ FEMÎNÎZMÊ DE

Dr. Çoman Herdî



Nivîskar, çalakvan û mamosteya zanîngehê Dr. Çoman Herdî di vê hevpeyvînê de dibêje: “Me pêwîstî bi vê yekê heye ku giftûgoyan ligel femînîstên îslamî bikin. Xelkê bawermend dibe ku kêmtir guh bidin femînîstên sekuler yên wek me û zêdetir guh bidin femînîstên îslamî. Femînîstên îslamî şarezayên Qur’an û Şerîetê ne, hewl didin tefsîreke cuda ji ew tekstên olî re peyde bikin ku ji bo çewsandina jinan tên bikaranîn.”

Çima ji femînîstan re dibêjin nîv-marksîst? Çima pêla duyem ya femînîzmê wek marksîzma radîkal tê behskirin?

Pêş ku bersiva pirsa te bidim bi min baş e bi kurtî behsa dîroka femînîzmê li rojava bikim ku ji bo xwînerên we wêneyeke dîrokî li ser vê tevgerê dirust bibe. Pêla yekem ya femînîzmê di sedsala 19an de daxwaza mafên yasayî yên jinan dikir, bo mînak; mafê dengdanê yan mafê xwedîkirina zarokan piştî cudabûnê ji hevsergîriyê. Tevgerê dixwest dahat û milkê jinê yê wê bi xwe be di dema hevsergîriyê de, nebe yê mêrê wê. Çimkî heta wê demê li rojava mîrat, milk û malê jinê dibû yê mêrê wê. Ligel vê yeke di wê serdemê de jinan mafê cudabûnê tunebû, ev jî daxwaziyeke din ya femînîstên pêla yekem bû.

Piştre pêla duyem ya femînîzmê di salên 1960an û 1970êyan de li Emrîkayê serhilda û hevdem bû ligel tevgera mafên medenî û yeksanî yên çermreşan û piştre jî ligel nerazîbûna çepan li dijî Şerê Vîetnamê. Li gorî çepan Emrîka hêzeke dagirker û sitemkar bû, ji ber vê yekê li dijî wî şerî dixebitîn. Her di wê demê de tevgera femînîzmê xerîkî teorîzekirina çewsandina jinan bû û xerîkî berhemanîna têgih, teorî û nirxandinê bû bi rêya lêkolînên dîrokî, meydanî, edebî û teorîyê ve, herwiha xerîkî zêdekirina mafên yasayî yên jinan bû bi taybetî ji aliyê parastinê ve ji tundûtûjiya seksî û mafê kontrolkirina laşê jinan ji aliyê xwe ve. Ev tevger pêkve pêş ketin, beşek ji femînîstên ku di pêla duyem de çalak bûn marksîst bûn lê ne hemû.

Ji aliyekî din ve di destpêkê de piraniya femînîstên pêla duyam ya rojava çermspiyên çîna navîn bûn. Femînîstên Asyayî û çermreş yekemînê wan jinan bûn ku li dijî vê grûpê derketin. Wan got, “Em tenê wek jinekê nayên çewsandin, ji ber çermreşî yan Asyayîbûnê jî dubarê ji aliyê nijadperastan ve tên çewsandin. Em ji ber ku jin in, çermreş in, kêmendam in yan ser bi oleke cuda ne, bi şêweyekî cuda ji jinên çermspî tên çewsandin.” Bêguman li Ewrupa Xiristiyanî serdest e û olên din tên perawêzxistin, berovajî li vir ku ola Îslamê serdest e û olên din yên kêmîne zilm lê tê kirin. Serdestiya dijzayendxwazan li ser kêmîneyên zayendî yên din (yanî têgiha seksûalîteyê) şêwazeke din ya rêkxistina desthilatê ye. Lewma piştî van rexneyan, femînîst behsa hevbirîna têgihên desthilatê dikin. Rêbaza hevbirîna têgihên desthilatê ku bi ingilîzî ”intersectional approach” jê re tê gotin pêş ket. Çimkî mirov tenê ji ber jinbûnê ve di civakê de çewsandî nîne, dibe ku wek çîna hejar, kesê çermreş û xwedî pêwîstiyên taybet yan jî wek kesek ku ser bi oleke cuda were çewsandin. Hinek têgih hene ku di civakê de desthilatê rêk dixin. Zayend tenê yekek ji van têgihan e û çîna civakî, nijad yan grûpa etnîkî, seksûalîte, xwedî pêwîstiyên taybet û ol têgihên din in ku grûpekê dikin perawêz û grûpekê dikin navend û desthilatdar.

Liberçavgirtina pirrehendiya çewsandina jineke nemisilman ya hejar ku dibe hevzayendxwaz yan kêmendam be, nêrîna me ji bo kêşeyan berfirehtir dike. Her yek ji me ser bi grûpeke cuda ye. Bo nimûne ez jin im, di heman demê de ser bi çîna navîn im, dijzayendxwaz im û kurd im. Her yek ji van têgihan pêgehek daye min. Wek jinekê di vê civaka baviksalar de pêgeha min lawaz e, lê wek keseke ser bi çîna navin, wek dijzayendxwazek û kurdek ku li Kurdistanê dijîm pêgeha min bihêz e. Yanî her yek ji van têgihan bandorek heye li ser jiyana kesan. Merc nîne jin her tim ji hemû mêran bêdesthilattir û çewsandîtir be. Bo nimûne jinek endama serkirdayetiya hizbekê ye û şofêr yan baxevanê wê zilamek Êzidîyê hejar e. Rast e ku şofêr yan baxevan zilam e û ji ber vê yeke jî pêgeheke bilindtir heye ji ya jinê, lê ji ber ku ev zilam hejar û ne misilman e bi şêweyekî giştî pêgeha wî ya civakî nizimtir e ji ya jinê. Lewma niha piraniya femînîstan pêdagiriyê li ser hevbirîna têgihên desthilatê dikin. Em behsa dadweriya civakî dikin bi hemû aliyên wê ve.

Eger vegerim ser pêwendiyên femînîstan û çepan, divê bejim ku hinek nêzîkayetî heye. Bi şêweyekî giştî ger li datayên cîhanê binêrî dibînî ku   pêwendî heye di navbera jinbûn û hejariyê de. Dayîkên tenê, li welatên pêşketî piraniya çîna hejar pêk tînin. Çimkî dahata jinan kêmtir e ji ya zilaman û erkê xwedîkirina zarokan li ser milê wan e. Ji aliyekî din ve jin di malê de li beramberî birêvebirina malê çi dahatan wernagirin. Hemû karên wan ji bo  xwedîkirina zarokan, paqijkirina malê û birêvebirina karûbarên civakî belaş in. Bi taybetî gava jin li derve kar dikin jî piranî wan karan dikin ku meaşê wan ji yê zilaman kêmtir e. Bo nimûne piraniya jinan karmend in û birêveber nînin, karker in û xwedî kar nînin, endamên hizban in lê di pêgeha serokayetiyê de nînin. Lewma li gorî hinek femînîstan çewsandina jinê wek jin û çewsandina aboriya jinê divê bi hev re bên şîrovekirin. Lê li ser vê yekê gelek minaqeşe heye û ji aliyê femîsnatan ve gelek tekst li ser hatine nivîsîn, çi yên ku ligel Marks hevbîr in û çi jî yên hevbîr nînin. Li gorî yên ku ligel Marks, çewsandina jinê û çewsandina aboriya jinê yek tişt e. Li gorî yên ku ne ligel Marks nabe çewsandina jinê di çewsandina aborî de were kurtkirin. Bo nimûne ew tînin bîra me heta di nav civakên ku sermayedarî lê tune û cudahiya çînî tê de kêm e de jî pêgeha jinan nizimtir e ji ya zilaman. Heta piştî damezrandina sîstema komunîzmê de jî jin her çewsandî bû. Ji ber vê yekê nabe çewsandina jinê were kurtkirin bi warê aborî û çîna civakî.

Gelo ya ku li Kurdistanî hatiye dîtin kariye armancên femînîzmê pêk bîne? Yan hinek jin ji bo berjewendiyên xwe yên taybet xebitîne û tevgereke bêhişmendî ye?

Li Kurdistanê gelek êrîş li ser tê kirin. Lê divê em ji bîr nekin ev tevger bi hemû kêşeyên xwe ve ku hebûne kariye hinek guherînan pêk bîne. Bo nimûne ew reformên di yasayê de hatine kirin û vekirina navendên parastina jinan û piştre damezrandina Rêveberiya Rûbirûbûna Tundûtûjiya li Dijî Jinan û Encumena Bilind ya Xaniman li derencama fişar û karên vê tevgerê bûye. Niha hinek jin derdikevin diaxivin û amadehiya wan heye. Êdî ev mijar bûye mijareke giştî û nûnerayetiya wê tê kirin. Her çende piraniya xelk piştgiriya vê tevgerê nake, lê hejmareke gelek ji jinan di warê siyaset, medya û rêveberiyê de derketin û êdî kes nikare bêje jin nikarin van karan bikin. Piraniya lêkolînan di vî warî de cudahiyê dikin di navbera tevgera civakî û rêkxisitinên civaka sivîl de. Bêguman cudahî heye di navbera wan de. Tevgerên civakî bi şêweyekî siruştî li kolanan ji aliye kesên xwebexş ava dibin. Bo nimûne li Birîtanyayê di dawiya sedsala borî de jinek bi navê Emily Davison çûye nav tevgera mafên dengdanê, yanî pêla yekem ya femînîzmê. Ew bi pîşe mamsote bû, lê dest ji mamostetiyê berda û wek xwebexşek ji bo parastina mafên jinan li vê tevgerê beşdarî kir. Piştre çendîn car hate girtin û bi zorê xwarin danê ku nemire. Di dawiyê de hespê Qralê Birîtanyayê bi ser de diçe û dikuje. Ev tevger ji nav xelk hatiye, siruştî ye û pêwendiyeke baş ligel xelkê kolanan heye bi hemû çîn û aliyên cuda ve, ji ber vê yeke bihêz e. Lê yek ji kêşeyên rêkxistinên civaka sivîl ew e ku ji aliyê hinek xelkê çîna navîn ya xwendewaran hatiye avakirin, divê sûdê jê wergirin. Eger dewran di warê girîngîpêdana xwe de guherî divê ev rêkxistin jî kar û armancên xwe biguhere. Lewma gelek caran rêkxistin ji rê tên derxistin. Di heman demê de dibînin rêkxistinên civaka sivîl ji ber ku perwerdekirin, parastina asayîşa karmendan, dabînkirina debara jiyanê û hinek mafên kesên wan tê de parastî ne dikarin ji bo demeke dirêj bimînin. Lê tevger carên wiha hene ji ber nebûna piştgiriya darayî û nebûna asayîşê ve belav dibin û di demek kurt de dengê wan mit dibe yan tê mitkirin. Tevgeran jî, rêkxistinên civaka sivîl jî xalên xwe yên baş û xirab hene. Rêkxistin wan valahiyan di  xizmetguzariyê de tije dikin ku hikûmet cîbicî nake, lê ji aliyekî din ve valahiyek heye di navbera rêkxistinan û jinên li ser kolanan. Parastina dadperweriyê, vêca dadperweriya zayendî be yan ya her warekî din be tenê bi karê rêkxistinî nabe, divê lêkolîn û berhemanîna şîrove û teoriyan jî legel hebe. Rêkxistin karesat û diyardeyan dibînin û hewl didin çareser bikin, lê eger lêkolîn nebin nikarin bi şêweyekî rast kar li ser nehiştina sedemên wan bikin.

Di hemû civakan de divê hinek kes hebin ku parastinê li wan kesan bikin ku zilm lê tê kirin. Rêkxistin di vê yekê de baş in, lê pêwîst e vegerin  bo çavkaniya kêşeyan. Rêkxistinan kêmtir fersend hebûye ku vegerin bo çavkaniya kêşeyan, çimkî tevger ji aliyê perwerdehiyê demeke dirêj e veqetiyaye û ji aliyê siyasî û civakî ve jî dijayetî lê hatiye kirin. Herwiha rola hinek serkirdeyên olî hebûye bi armancgirtina jinên çalakvan. Nebûna îradeya sîyasî jî ji bo guhertinê kêşeyeke mezin e.

Ji aliyê dîrokê ve civakên pêşîn bi qasî yên rasyonalîst û modern ji bo lêxistina jinan û xizmetkirina zilaman nehatine bi kar anîn, yanî gelo modernî û rewşengerî çareserî ne?

Lêkolînên etnografî derbarê hinek êl û eşîrên neberbelav û pêşîn de ku hêj nebûne gerdûnî û modern wiha nîşan didin ku jinan di van civakan de desthilata yeksan hebûye ligel zilaman.  Lê ev encamgir ketine jêr pirsyarê. Sherry Ortner dibêje di nav wan êlan jî de ku qaşo jin wek zilam yeksan tê temaşekirin û mafê yeksanî heye hêj jin di dema ketina cilan de wek çavkaniyeke pîsbûnê tê temaşekirin û rê nadin jin beşdarî hinek kar, merasîm û reftaran bibin û ji hinek cih û kesan tên dûrxistin jî. Yanî her çiqas ev cure nehevsengiya di nav civaka modern de tê dîtin li wir nîne, lê hêj jî cudahî her tê kirin. Çimkî ew jinên ku ketina cilan heye mafê wan nîne destê xwe li xwarinê bidin û nabe nêzîkî cengaweran bibin, ji ber ku qaşo wan bê hêz dikin û nikarin wecîbeyên olî pêk bînin. Di van civakan de jin ji ber biyolojiya wan wek çavkaniya pîsbûnê tên nihêrîn, lewma nêrîneke lihevker nîne li ser wê yekê ku di civakên pêşîn de mafên jinan ligel yên zilaman yeksan bûne yan na. Dibe ku ji hinek aliyan ve baştir bibe, lê şêwazeke baviksalariyê her hebûye.

Baviksalariyê formên cuda hene ku li gorî pêşketina civakê tê guherîn.  Bo nimûne di serdema feodalîzmê de baviksalarî bi şêweyekî bû, lê di serdema sermayedarî û sosyalîzmê de bi şêwazeke din e. Yanî tiştê diyar ew e ku baviksalarî xwedî lihevhatineke fireh e, dikare ligel guherînên cuda xwe biguncîne. Dibînin li Kurdistanê yasa tê guherîn û êdî jinkuştin tawan e, ji ber vê yekê hinek caran zilam bi rêyeke din jinan ji holê radikin. Bo nimûne jinan ewqas aciz dikin û diçewsînin ta ku jin xwe bikujin. Herwiha piştî pêşketina teknolojiyê û guherînên  aborî û siyasî li vê herêmê, baviksalariyê rêyên din peyde kirine ji bo xweguncandin û çewsandina jinan. Ji ber hatina înternet, stalayt, telefona zîrek û temaşekirina filmên pornoyê ve şêwazeke din a têgihiştinê bo seksualîteyê çêdibe. Niha bi şêweyekî kirettir û dijwartir jin wek amrazek tên dîtin ji bo dilxweşiya zilaman. Lewma guman heye sîstemek hebe ku dadperweriya tewaw tê de hebe li beramberî jinan. Helbet hinek civak ji hinakan baştir in, lê çi ji wan îdeal nînin.

Hişmendî û sermayedariyê alîkarî daye baviksalariyê. Jin di nav sermayedariyê de tên materyalîzekirin. Marks dibêje sermayedar sûdê ji karê jinan yê bêheq werdigirin ji bo xizmetkirin û têrkirina zilamên wan. Bo nimûne sermayedar dixwazin karkerên wan nan bixwin ku hêza karê berdewamî hebe, paqij bin ku nexweş nekevin û xizmetê bikin da ku karekî baş bikin. Ew jin in ku bêheq van karan dikin û qezenc nerasterast diçe kîsê sermayedarên wan. Herwiha jin tên bikaranîn ji bo reklam û firotina tiştên cuda. Di pornografiyê de jin materyaleke seksê ye ji bo têrkirin, hez û xwestekên zilaman. Sermayedarî bi xwe wê hezê ava dike û têr jî dike. Di feodalîzmê de jî ku rêkxistineke siyasî, civakî û aborî ya pêş modernîzmê ye, bi rêya hinek nirxên olî û rûmetê ve  laşê jinan tê kontrolkirin.

Di rastiyê de divê femînîzm sekuler be, vêca tu projeya îslamîzekirina femînîzmê çawa dibînî?

Me pêwîstî bi vê yekê heye ku giftûgoyan ligel femînîstên îslamî bikin. Xelkê bawermend dibe ku kêmtir guh bidin femînîstên sekuler yên wek me û zêdetir guh bidin femînîstên îslamî. Femînîstên îslamî şarezayên Qur’an û Şerîetê ne, hewl didin tefsîreke cuda ji ew tekstên olî re peyde bikin ku ji bo çewsandina jinan tên bikaranîn. Di wî warî de şarezayiya min bi xwe kêm e û ez nikarim wek wan di proseya dubare tefsîrkirina tekstên olî de beşdar bibim. Kêşeya me ligel ew tefsîrên berbelav yên olî heye ku di nav civaka me de ji bo çewsandinê jinan tên bikaranîn. Eger tu bikarî ew baweriya oliya xwe biguncînî ligel mafên mirovan û bi taybetî mafên jinan ew gelek baş e. Eger ol ji bo sepandina dadperwerî û yeksaniyê be kêşeya me ligel olê nîne. Lê vê olê heya niha çendîn formên cuda bi kar anîne ji bo dijayetîkirina jinan. Hinek mamosteyên olî di gotarên xwe de jehrê dirêjin li dijî jinan. Ev êdî nikare berdewam be. Divê mirovên olî bi xwe li dijî vê kirêtkirina olê rawestin. Yek model di misilmanbûnê de nîne, çimkî dayka min misilman e û DAIŞiyek jî xwe misilmam dizane, misilmanek ereb ji misilmanek kurd yan ji yek faris yan jî ji yek endonezî cuda ye. Heta di nav van neteweyan bi xwe de jî çendîn model, arasteyên cuda û pratîkên olî yên cuda hene. Wiha jî bi raya min Qur’an tekstek e wek hemû tekstên din ji yekê zêdetir tefsîran hildigre. Her ev rastiya teksta Qur’anê ye ku em mirov li gorî berjewendiyên etnîk, siyasî û aborî şîroveya cuda jê re dikin û bi formên cuda meyla wê dikin.

Tu, Post-Femînîst yan Dij-Femînîstan wek projeyek nabînî ji bo lêxistina vê tevgerê?

Belê  yekser wisa ye. Di salên 90iyan de li rojava nifşeke nû ya keçên ciwan peyde bû ku baweriya wan wiha bû êdî  pêwîstiya me bi femînîzmê nîne. Bêguman nifşên nû mafên zêdetir hene ji nifşên pêşiyan, hinek jî hişmend nînin ku gelek qurbanî hatine dayîn da ku wan derfetên zêdetir hebin ji dayîk û dapîrên xwe, çendîn jin bûne qurbanî ta ev destkeftî hatine bidestxistin. Li gorî rapora herî dawî ya Old Bankê ku Sibata 2019an belav bûye, li gişt welatên cîhanê tenê li şeş welatan jin û zilaman mafê yasayî yê yeksaniyê heye, ev jî tenê li ser astê teoriyê ye. Çimkî di pratîkê de hinek caran ev yasa nayên cîbicîkirin. Ez bawer im ew keçin ciwan ku hêş bi başî ezmûna sîstema baviksalariyê nekiriye, piştî ku zewicîn, bûn xwedî zarok û çûne meydana karkirinê wê demê dê bibînin çiqas cudahî beramberî jinan tê kirin. Jin di piraniya cîhanê de eger full-time jî bixebitin her divê beşa gelek ya erkê xwedîkirina zarokan û birevebirina malê bigirin ser milên xwe. Ev rewş li rojava jî heta niha her bi vî rengî ye. Bo nimûne ez û hevjînê min bi hev re zarokên xwe xwedî dikin, lê hevalên min yên elman û ingilîz hene ku hevjînên wan hîç erkekî bi vî rengî nagirin ser milê xwe, wek ku ev tenê karê jinan be. Keçên ciwan piştre ji bo wan derdikeve ku çiqas bawernameya bilind û behremendiya wan hebe jî di warê kar de wek zilaman pêşve naçin û pêş nakevin. Bila ev genc qonax û ezmûnên ku nedîtî bibînin wê demê dê têbigihîjin ku xelet in û dê têbigihîjin ku ew kompanya û hizb yan dewletên îdîaya yeksaniyê dikin çiqas cudahiyê beramberî wan dikin.

Felsefe çima bû çekek ji bo lêxistina jinan?

Di wextekî dîrokî de rewşeke civakî ava bû ku zilam di lîstika desthilatê de serketin. Sedemên vê serketinê diyar nebûne, lê dibe ku ji ber taybetmendiya zarokbûnê ya jinan be ku ji bo wextek demkî jin bi zarokên sava mijûl kirine û azadiya zilaman bêtir bûye. Heta niha teoriyeke zelal di vî warî de nîne. Piştî serdestbûnê, zilaman hewl dan wisa nîşan bidin ku ev derencama qonaxekê yan rêkevtineke dîrokî nîne, hewl dan îspat bikin ku her wiha bûye û dê her wiha jî be, çimkî desthilatdarî mafekî sirûştî yê wan e. Zilaman ji bo parastina desthilata xwe û realîtekirina wê çendîn argumentên dîrokî, felsefî, biyolojî, derûnnasî û olî amade kirine. Bo nimûne Freud ku bavê derûnşîkariyê (psîkanalîzê) ye, nêrînên wî karesat in beramberî jinan, li gorî wî hemû zarokên keç çavnebariya zarokên kur dikin, çimkî kuran penîs heye û ev jî wek “çavnebariya penîs” bi nav kiriye. Di nav piraniya felsefe, nivîs û nirxandinên zilaman de zilam mirovên nimûne ne û jin tiştek din in. Femînîst Simone de Beauvoir dibêje madem zilam xwe bi navend û jinan bi tiştek din dizane, divê jin jî xwe bi navend û zilaman bi tiştek din bizane. Lê kêşe ew e ku jin her wek zilaman, zilaman bi navend û xwe bi tiştek din dizane. Di dîrokê de jî jinan xwe bi navend nezanîne, zilaman jî hertim kar li ser vê yeke kiriye ku bi rêya çand, ol, felsefe û wêjeyê ve baweriyê bi jinan bînin ku pêgeha xwe ya nizim qebûl bikin û xwe bi tiştek din bizane li beramberî zilaman de wek navend. Ev proseya pesendkirinê proseyeke dûr û dirêj e, gelek kar li ser hatiye kirin ta ku wiha lê kiriye gelek jin wan bîr û baweriyan qebûl bikin û wek heqîqet lê binêrin, ne wek mekanîzmek ji bo veşartina lîstika desthilat û serdestiya zilaman.


TÊBÎNÎ:
Ev hevpeyvîn di malpera Awêne de bi Soranî derketiye, lînka hevpeyvîna Soranî: http://www.awene.com/detail?article=19556

Wergera ji Soranî bo Kurmancî: Ehmed Berojî

Yorumlar

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

MERASÎMA PÎR ŞALYAR

Bağımsızlık Referandumu Başarılı Oldu Mu?