Kayıtlar

Nisan, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

CENOSÎD û SÎNEMA KURDÎ

Resim
  14ê Nîsanê roja bîranîna Cenosîda Enfalê ye. Cenosîda Enfalê di 8 qonaxan de pêkhatiye. Qonaxa herî giran di 14ê Nîsana 1988an de li Germiyanê hatiye encamdan. Yanî ew qonax ji ya Helebceyê jî girantir e. Ji ber ku çekên kîmyewî li Helebceyê hatin bikaranîn bêtir deng veda. Lê qonaxên din jî gelek giran bûn û di 8 qonaxan de ji 180ê hezaran bêtir Kurd hatin qirkirin. Min li ser Cenosîd û Sînema Kurdî podcastek amade kiribû, ji bo bîranîna vê rojê dixwazim vê mijarê bi nivîskî jî belav bikim.  Wek tê zanîn Cihûyan bi rêya sînemayê Cenosîda Cihûyan yan jî bi navekî din Holucost nîşanî cîhanê daye. Bo nimûne fîlmên wek Piyanîst, Jiyan Xweş e û Lîsteya Şîndler ew berhemên gewre ne ku cenosîd û bandora wê  nîşan didin. Em dibînin fîlmên Kurdan jî yên destpêkê li ser cenosîd, komkujî û kêşeyên dagirkeriyê ne. Li vir ez naxwazim bikevim niqaşa fîlmên ne bi zimanê Kurdî Sînema Kurdî ne yan na. Vê niqaşê bo sînemakaran dihêlim. Ez dê behsa sê fîlman bikim ku zimanê wan Kurdî ye, yek ji Ba