MERASÎMA PÎR ŞALYAR

                                           


Carna dibêjim madem ku em ne Norwejî hatin vê dinê xwezî çineba em li Rojhelatê Kurdistanê hatiban dinê. Kêfa min zor bi çand û çalakiyên Rojhelatê Kurdistanê tê. Mixabin di derheqê çanda Rojhelatê Kurdistanê de me gelek agahî nînin, gelek caran em tenê bi dîmenên çalakiyên wan jî mest dibin. Ez dixwazim di vê nivîsê de bi pêzanînên ku min ji çavkaniyên soranî wergirtî qala merasîmên Pîr Şalyar bikim. 

Her sal yek di nîvê biharê de û yek jî di nîvê zivistanê de li gundê Hewramana Text du merasîm tên lidarxistin. Bajarokê Hewramana Text, ser bi bajarê Sewlava yê parêzgeha Sineyê ve ye.

Merasîma Komsay di meha Gulanê de bi serdana tirba Pîrê Şalyar tê lidarxistin. Ev merasîm olî ye. Ev merasîm bi şikandina kevirê tirbê navdar e. Bi baweriya wan heya sala din kevir wek xwe lê tê. Berikek biçûk yê wî kevrî bi xwe re dibin ji bo pêkhatina xeyalên xwe. Her wisa di serdanê de def tên lêdan û zikr tê kirin, li tenişta tirba Pîrê Şalyar jin parçekî qumaşê bi sê girêkan girêdidin.


Merasîma daweta Pîr Şalyar jî di meha Sibatê de wek salvegera daweta Pîrê Şalyar li Hewramana Text tê pîroz kirin. Ev merasîm çandî, keleporî û olî ye. Dîroka vê merasîmê heta hezar sal pêş niha diçe. Ji bilî xelkê Hewramanê gelek geştiyarên navxweyî û biyanî jî tên beşdar dibin. 

                                 
Di dawiya merasîma zemawenda Pîr Şalyar de pênc malbatên mezin yên Hewramanê li mala Pîr Şalyar kom dibin û di derheqê dahatûya Hewramanê de biryaran didin. Ev Encumana Şuraya Hewramanê ye. 

Di bernameya Encumena Hewramanê de tê gotin ku zarok dahatû û roniya hemû neteweyekê ne. Ji ber vê yekê merasîm bi zarokan dest pêdike. Zarok rojek beriya merasîmê li gund digerin û dikin hewar ku sibê daweta Pîr Şalyar heye, xelkê gund jî diyariyan dixin tûrikên wan. Serê sibehê zarok bi kevneşopiya "Kilaw Roçne"(kuleka ku roj tê nava hundir) mal bi mal digerin li nav kolanan dikin hewar û dibêjin "Kilaw Roçne", gundî jî şirînî û gûzan didin zarokan. 

Di roja yekemîn de qurbanî tên serjêkirin. Hemû pezên qurbanî li ber mala Pîr pêkve tên serjêkirin. Beşeke vî goştî di nava gund de tê belavkirin, ji beşekê jî xwarinek taybet tê çêkirin ji bo kesên li wir. Di vê rojê de def tên lêdan, helbest tên gotin, derwêş semayê dikin.


Di roja duyemîn de xelk diçe li ser tirba Pîrê Şalyar. Xelk li ser tirbê zikr dikin. Ber bi nîvro ve vedigerin nava gund û govendê girêdidin. Ew govend ji govendên me ciyawaztir e, semaya derwêşan e. Roj, bi defjenîn û stranan berdewam dike. Paşê Encumena Hewraman kom dibe û biryara dide ji bo dahatûya Hewramanê.

Du hizb wan merasîman birêvedibin. Salekê derwêş birêvedibin, salekê jî sofî. Salên ku sofî birêvedibin aram in, Lê salên ku derwêş birêvedibin gelek bicoş in. 


Li gor çavkaniyên dîrokî, Pîrê Şalyar yek ji pîrên naskirî yê ola Zerdeştî bûye. Kitêbeke Pîrê Şalyar jî hebûye. 


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HEVPEYVÎNEK LIGEL ÇOMAN HERDÎ DERBARÊ FEMÎNÎZMÊ DE

Bağımsızlık Referandumu Başarılı Oldu Mu?