Kayıtlar

2020 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

HEVPEYVÎNEK LIGEL ÇOMAN HERDÎ DERBARÊ FEMÎNÎZMÊ DE

Resim
Dr. Çoman Herdî Nivîskar, çalakvan û mamosteya zanîngehê Dr. Çoman Herdî di vê hevpeyvînê de dibêje: “Me pêwîstî bi vê yekê heye ku giftûgoyan ligel femînîstên îslamî bikin. Xelkê bawermend dibe ku kêmtir guh bidin femînîstên sekuler yên wek me û zêdetir guh bidin femînîstên îslamî. Femînîstên îslamî şarezayên Qur’an û Şerîetê ne, hewl didin tefsîreke cuda ji ew tekstên olî re peyde bikin ku ji bo çewsandina jinan tên bikaranîn.” Çima ji femînîstan re dibêjin nîv-marksîst? Çima pêla duyem ya femînîzmê wek marksîzma radîkal tê behskirin? Pêş ku bersiva pirsa te bidim bi min baş e bi kurtî behsa dîroka femînîzmê li rojava bikim ku ji bo xwînerên we wêneyeke dîrokî li ser vê tevgerê dirust bibe. Pêla yekem ya femînîzmê di sedsala 19an de daxwaza mafên yasayî yên jinan dikir, bo mînak; mafê dengdanê yan mafê xwedîkirina zarokan piştî cudabûnê ji hevsergîriyê. Tevgerê dixwest dahat û milkê jinê yê wê bi xwe be di dema hevsergîriyê de, nebe yê mêrê wê. Çimkî heta wê d