Kayıtlar

2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

MERASÎMA PÎR ŞALYAR

Resim
                                            Carna dibêjim madem ku em ne Norwejî hatin vê dinê xwezî çineba em li Rojhelatê Kurdistanê hatiban dinê. Kêfa min zor bi çand û çalakiyên Rojhelatê Kurdistanê tê. Mixabin di derheqê çanda Rojhelatê Kurdistanê de me gelek agahî nînin, gelek caran em tenê bi dîmenên çalakiyên wan jî mest dibin. Ez dixwazim di vê nivîsê de bi pêzanînên ku min ji çavkaniyên soranî wergirtî qala merasîmên Pîr Şalyar bikim.  Her sal yek di nîvê biharê de û yek jî di nîvê zivistanê de li gundê Hewramana Text du merasîm tên lidarxistin. Bajarokê Hewramana Text, ser bi bajarê Sewlava yê parêzgeha Sineyê ve ye. Merasîma Komsay di meha Gulanê de bi serdana tirba Pîrê Şalyar tê lidarxistin. Ev merasîm olî ye. Ev merasîm bi şikandina kevirê tirbê navdar e. Bi baweriya wan heya sala din kevir wek xwe lê tê. Berikek biçûk yê wî kevrî bi xwe re dibin ji bo pêkhatina xeyalên xwe. Her wisa di serdanê de def tên lêdan û zikr tê kirin, li tenişta tirba Pîrê Şalyar